Kurdistaniyan berdewam baca aştî û pêkve jiyanê dane, bawerbûna bi hevdû û qebulkirina bîr û raya hevdû herdem li bin zext û gefa neyarên mirovayetiyê da bûye û Kurdên Êzîdî li vî aliyî ve baceke zêde dane, lê belê birêvebirên teror û komkujiyê neku her nekarîn xuşk û birayên me yên Kurdê Êzîdî têk bidin, belkû me bi hemû aliyek karî li ser pê rawestîn û hawar û êşa vî gelê me bigihînîn gûhê hemû mirovên li cîhanê da.

Padaşta xweragirî û rûbirûbûna xanima Nadya Mirad dijî reftarên nemiroviyên rêxistina terorîstiya Da’îş ji aliyê bi nav û bangtirîn xelata cîhanê ji bo aştî, bi hêztirîn bersîve ji bo neyarên mirovahiyê. Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dû car xweşhalîn bi wergirtina xelata Nobel ji aliyê xanima Nadya Mirad, carek wekî rêxistinekî Kurdistanî û carek jî wekî rêxistineke mirov dost, îro hest bi şanaziyekî bê wêne dikîn ku çalakvanekî vî welatî kariye bandorê li ser hemû dinyayê dirust bike û bibê wergirê xelatê Nobela Aştiyê li cîhanê da.

Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) di destpêka karesata Şingalê heta îro her çi ji desthilata me de bûbê ji bo berengar bûna lêqewimiyên wê karesatê me kiriye, me hewl daye li gel azara ji destdana ax û êşên xuşk û birayên Kurdên Êzîdî da bijîn. Li hewla dawî ya Dezgehê li 39 emîn konferansa mafên mirov ya ser bi Neteweyên Yekgirtî li Cenevê, bi dû gotarên cûda cûda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi hemû awayekî hewla parastina ol û mezheban bide bi taybetî Kurdên Êzîdî û Mesîhiyan.

Dezgeh gelek bi germî û bi hêviyeke mezin ve îro pêşwaziya xelatkirina te ya azîz dike, û li vir ve jî vexwendina cenaba te û mirov dostan dikîn ku li sala pêş da konferansekî taybet li ser avadankirina Şingalê û qerebukirina Şingaliyan saz bikîn.

Dûbare dikîn em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heta çareserkirina bingehînên kêşeyên xuşk û birayên me û desteberkirina mafên wan li gel wan da dibîn.

Li dawiyê da ev destkeft pîroz bê li te û li hemû xelkê Kurdistan û gelên Iraqê

 

Şîrove binivîse