Projeyekî xêrxwazî berdewame, taybet bi hevkarîkirina xwediyê pêdiviyên taybet li Herêma Kurdistan û Iraqê, ev proje pêktê li rahênana li ser çawayiya bikaranîna keresteyan û her wiha dabeşkirina (kursên livînê (Wiylçêr), Ekaze, Gopal, Rêrewe, Darşeqe, kursiyê avdestê, çarpêçik hwd..).

Li gel kî tê bi cîhkirin?

Ev proje li sala (2015) destpêkir, bi hevbeşê serekî li gel rêxistina LDSC ya Amerîkî ku bi dehan kes heta niha sudmend bûne ji hemû bajar û bajarokên Kurdistan û Bakurê Iraqê, heman demî de rêxistinên dinê wekî (Almebadrun, Handîkep, Ord vîjn) hemahengî û hevkarî dikin.

Çalakî li kû hatine encamdan?

Bi awayeke giştî li vê projeyê da li bajarên (Hewlêr, Şeqlawe, Soran, Xebat, Balîsan, Koye, Mêrgesor, Bilê, Barzan, Pîran) hatine encamdan her wiha li bajarê Silêmanî (Navbajêr, Ranye, Qeladize, Helepçe, Helepçeya nû, Derbendîxan, Îdareya Germiyan (Kelar, Kifrî) li xwe girtiye, li sînorê parêzgeha Dihokê jî ji bilî nava bajêr li (Şêladizê, Amêdî, Zaxo،, Sêmêl, Şêxan, Berdereş, Akrê…) hatine dabeşkirin her wiha li parêzgeha Nînowa û navbajarê Kerkûk û sînorê parêzgeha Diyale çalakî hatine encamdan.

Sûdmend

Li vê dema ku ev proje dest bi karên xwe kiriye (2.209) xwediyê pêdiviyên taybet bi wergirtina pêdiviyên cûr bi cûr sûdmendbûne.

Rêjeya sûdmendan?

Sûdmendên vê projeyê li parêzgeh û bajar û bajarokên Herêma Kurdistan û Iraqê da heta dawiya heyva (11/2018) gihîştiye (2.209) kesan, rêjeya giştî ya sûmendan bi vî awayî bûye, nîştecihên Herêma Kurdistanê (%74.55) bûye, her wiha koçber (%22.23) û penaber jî (%3.22) bûye.

Çawa kar dikin?

Sîstema kar kirinê li vê projeyê da li gor pêverên navdewletî birêve diçê û hemû karmend beşdarî xula rahênana kêmendaman kiriye ku ji aliyê rêxistinên hevbeş ve hatine pêşkêşkirin li rêya Nivîsîngeha Parêzgehan xwediyê pêdiviyên taybet navê xwe tomar dikin paşê xulekî çawayiya bikaranîn û çakkirina kursên livînê yan pêdiviyên din ji bo wan tê vekirin paşê li gor (qebare – cûreya nexweşî – kêşa kes) kursên livînê û pêdiviyên din li ser wan da tê dabeş kirin, li gor plan li rêya hejmara telefonan peywendî pêve tê kirin li kêşe û tendirustiya wan tê lêkolînkirin.

Plana proje

Plana serekî ya vê projeyê pêkhatiye li berev pêşveçûn û pêşkêşkirina xulên cûr bi cûr ya kêmendaman û têkelbûna wan bi civak û kar hêsaniya tevahî ji bo xwediyê pêdiviyên taybet li cihên giştiyan û vekirina xula handana berdewambûna wan li proseya xwendinê.

 

Şîrove binivîse