Piştî hilgirtina qedexeya hatin û çûnê ya ji bo rêgirtina belavbûna virusa Korona 429 penaberên Rojavayê Kurdistanê li wargeha Berdereş vegeriyan welatê Suriye.

Birêz Bêwar Kerîm Birêveberê Wargeha Berdereş di derbarê sedemên vegerana penaberên Rojavayê Kurdistanê li welatê Suriyê de got: Penaber ji ber sedemên cûda cûda vedigerin Suriye, beşek ji wan ji bo wê yekê diçin ku xwendekarin û bi mebesta encamdana taqîkirinên wan vedigerin û beşeke din jî vegeriyane ser zevî û warên xwe û ji ber ku niha demsala dirûnê ye û hinek navçeyan jî ku şer rû nedaye mal û warê wan têkneçûye penaber vegeriyane ser jiyana xwe ya asayî û normal”.

Hêjayî gotinêye li 16 ê cotmeha 2019 heta 1ê adara 2020 (berî qedexeya hatin û çûnê) 850 penaberên Rojavayê Kurdistanê vegeriyabûn welatê Suriye û paşê jî 429 kesên din çûne welatê xwe. Li rojên pêş de jî vegerana penaberan ji ber sedemên cûda cûda berdewam dibe.

 

Şîrove binivîse