Bi mebesta nirxandina rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê û rewşa koçber û penaberan, şandekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Cîgirê Serokê Yaneya Barcelona û Birêveberê Rêxistina Karubarê Mirovî ya Barcelona kirin.

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji birêz (Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Awat Mistefa Balyozê DXB li Cenev û Karzan Nûrî Berpirsê Program û Peywendiyên DXB) pêkhatibûn, ji aliyê birêz Cordî Kardonîz û Sarya Alas Cîgira Serok û Birêveberê Rêxistina Mirovî ya Barcelona ve hatin pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de behsa rewşa mirovî ya navçeyê kirin û tekez li ser xizmetkirina zarokan û pêşxistina rewşa zarokên koçber û penaberan kirin û mekanîzma hevkarîkirina wan guftûgo kirin.