Li rêkefta 11/01/2019 şandekî bilinda Fermangeha Rêxistina Nehikûmiyên li Hikumeta Iraqê bi Serokayetiya birêz Mihemed Tahîr Temîmî Serokê Fermangehê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Endamên Desteya Kargêrî ve hatin pêşwazî kirin.

Şanda mîhvan spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin beramber wê hewldana ku li van çend mehên derbasbûyî de li Musil û dewrûbera wê dane ku xelkê wê tuşî lehiyê bubûn. Birêz Mihemed Tahîr got:”Em şanaziyê dikîn ku dezgehekî xêrxwaziyê ya wiha mezin li hemû navçeyên Iraqê xizmeta xelkê lêqewimî dike”. Her wiha behsa wê awayê bi lez bersîvdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo bersîvdana lêqewimiyan û çawayiya gihandina hevkariyên miroviyên bi wan.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî bixêrhatina şandê behsa wan rêgiriyan kirin ku di dema gihandina yarmetiya ji bo navçeyên mergesatbaran tuşî dibin û daxwaz kir hevkariya zêdetir bê kirin li navbera wan da ji bo encamdana karan û got: “Pêwîste zêdetir girîngiyê bi koçberan bê dayîn bi taybetî li dabînkirina pêdiviyên zivistanê û bi taybetî sutemenî û keşekî wiha bê dirûst kirin ku koçberên li nav wargehan hest bi aramî û cêgîriyê bikin”.