Rêkefta 13.02.2019 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta guftûgokirina rewşa mirovî ya li Iraqê û pêşxistina karê hevbeş li gel Dr. Hîlal El Sayr Serokê Heyva Sora Kuweytî civiya.

Li hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pesnê projeyên miroviyên Heyva Sora Kuweytî da li navçeyê da bi bêhempa da zanîn û got: Şanaziye ji bo dezgehê hevkarî li gel Komeleya Heyva Sora Kuweytî dike.

Li berdewamiya hevdîtinê de birêz Musa Ehmed got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmeta zêdetir pêşkêşî koçberên Iraqiyan li Herêma Kurdistanê dike û li rûyê çendî û cûreyê armanca baştirkirina rewşa jiyana wan û ronahî kir ku kêşeya mirovî berdewame û hejmara koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê da li zêdebûnê daye û bi giştî digihe milyonek û çarsed hezar kesan.

Birêz El Sayr Serokê Heyva Sora Kuweytî rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li karê mirovî da bilind nirxand û tekez kir ku hevkariyên wan û projeyên wan li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam dibê û got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Nûnerê Heyva Sora Kuweytî bi serketî beşdare li gihandina yarmetiya koçberên Iraqiyan bi armanca kêmkirina êşên wan.