39. konferansa salaneya Mafê Mirov li baregeha Neteweyên Yekgirtî birêveçû.
Bi beşdariya nûnerê rêxistinên navdewletî li baregeha serekiya Neteweyên Yekgirtî li Cenev bi beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sî û nehemîn konferansa salaneya Mafê Mirov birêveçû ku têda nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Gotara DXB li kongreya sîh û nehemîn konferansa salaneya mafên mirov ku ji aliyê Awat Mistefa Balyozê DXB li rêxistina ECOSOC hate pêşkêş kirin ku gotara wî taybet bû bi rewşa kêmneteweyên li Herêma Kurdistana Iraqê û ew kavilkarî û malwêraniya bi sedema girjî û aloziyên siyasî û şeran ve rûbirûyê wan bûne, ku çawa Herêma Kurdistanê wan parastine, her wiha tîşk xiste li ser çend mijareke girîng ku niha li navçeyê da li holê daye û got: Paşaroja Iraqê bende parastina kêmneteweyan û gefa ji navçûnê rûbirûyê sedan jinên Êzîdî bûye û heta niha jî ji destê Da’îş da mane. Ji bilî hewlên Hikumeta Herêmê û navendên ji bo dirustkirina baweriyê li nav neteweyan, wê yekê dibînîn eweye heta niha girjiyên siyasi berdewamin ku wiha kiriye rewşa kêmnetewayan berev xeraptir biçê. Ji ber ku şiyana hikumeta navend û Herêma Kurdistanê sînûrdare û pêwîstî bi palpiştiya navdewletî heye. Li dawiya gotarê de Awat Mistefa ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaz ji Encumena Mafê Mirov û Civaka Navdewletî dike palpiştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin li vegerana baweriya kêmneteweyan li rêya qerebûkirina wan û berev pêşvebirina rewşa wan ya aborî û beşdarî pêkirina wan li qada siyasî û kayeyên dinê jiyanê.

Semînerek li çarçoveya konferansa salaneya Mafê Mirov li Cenev birêveçû
Li hola kombûna Komeleya Mafê Mirov li Cenev bi amadebûna rêxistinên nehikumiyên Yekîtiya Ewrupa û Efrîqa û Asya, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji bo yekemcare beşdarî li konferansa salane ya di derbarê rewşa mafê mirov dike. Li semînerê da dinyabîniya rêxistinan di derbarê mijara (dagîrkerî û netewe) li cîhanê ji aliyê 45 nûnerên rêxistinên cîhanî ve xistin ber behs.

Li vê semînerê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rewş û guzeraniya xelkê Kurdistanê û ajandaya karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo amadebûyan xisterû.

Rêkefta 11/09/2018 bi beşdariya 45 rêxistinên endamê rêxistina aborî û civakî Ecosoc li çarçêweya konferansa salaneya mafê mirov li Cenev semînerek di derbarê rewşa mafê mirov û astengiyên navdewletî birêveçû, ku têda nûnerên endamên Ecosoc û rêxistina Yekîtiya Ewrupa û Yekîtiya Efrîqa û welatên Asya û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarbûn.

Di destpêka panelê da nûnerên welatan û endamên rêxistina Ecosoc bi mijarên cûda cûda behsa rewşa jiyan û mafên mirov li welatên xwe kirin û tîşk xistin li ser zerureta berdewamiya wan guftûgoyên ji bo gihîştina çareseriyek bi navê kêmkirina aloziyan û parastina kerameta mirov li navçeyên cûda cûdayên cîhanê da.

Li vê panelê da Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çend mijarek ji bo amadebûyan xisterû û tîşk xiste li ser rewşa mafê mirov li Herêma Kurdistanê tekez kir ku mafê mirov li Herêma Kurdistanê li astekî gelek baş daye û azadiyên raderbirînê li geşbûnê daye û li beranber da jî ji aliyê rejîm û karbidestên navçeyê ve berdewam tê dijayetî kirin û mafê çarenûs û xwebirêvebirinê li gelê Kurdistanê li sercem‌ netewe û olên cûda cûda bi rewa nabînin. Eve jî karvedanên xerap ji bo her dû aliyan dirust kiriye.

Li mijareke dinê axaftina xwe de Nûnerê DXB li Cenev balkişand li ser referandûma gelê Kurdistanê ya ji bo serxwebûna yek carekî û mafê biryardana li çarenûs û jiyanekî serbest û got: Gelê Kurdistanê bi giştî û bi zorîneyekî reha daxwaza serbixweyî kir, lê belê ji aliyê welatên cîhanê ve ku bi demokrasî û demokratxwaz hatine naskirin ji ber berjewendiyên xwe pêşwaziyê li dengê gelên Herêma Kurdistanê nekirin. Eve jî demokrasiya li cîhanê xiste bin pirsiyarekî giran ve ku jeopoletîka navçeyê û berjewendiya welatan pêş mafê gelan dikevê û gûh nedan mafê çare nivîsa gelên nîştecihê Herêma Kurdistanê.

Li mijareke dinê axaftina xwe de Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê: Peyama serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê û bi taybetî Serok Mesûd Barzanî ewe bûye ku Kurd nexwestiye ji Iraqê cûda bibê, belku dixwazê bigihe mafên xwe yên rewa û li biryardan û jiyana xwe da serbixwebin neku destpêkirina şer li Iraqê li navbera neteweyan da, Kurd herdem hewldaye Iraq berev demokrasî û azadiya zêdetir hengav bavêje ku cara dawî hemû mîllet jê sûdmend dibin.

Her wiha tîşk xiste li ser mijareke din û got: Her neteweyek pêwîstî bi serkirdeyekî jêhatî û xwedî helwêste ku bikarê gelê xwe bibe kenara aramî û serbixweyiyê, ji bo wê yekê gelê Kurdistanê jî xwediyê ew serkirdeye û hewl da li rêya referandûmê bi aştiyane gelêx we ji bindestî û zulm û zordarî û çewsandinê biparêzê û rizgar bike. Li serdemên kevin ve heta rûxana rejîma Iraqê berdewam kuştin û êrîşî gelê Kurdistanê kirine û li piştî rûxana rejîmê jî ewê hatiye têbînî kirin ew hevbeşe li biryar û desthilata li Iraqê bangeşe ji bo wê dihate kirin, wekî xwe nehat bi cîh kirin, destûr hate binpêkirin, eve jî wiha kir serkirdayetiya siyasiya gelê Kurdistanê bîr li encamdana referandûmê ji bo serbixweyî bike û piştî sizadana gelê Kurdistanê jî ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê ve, gelê Kurdistanê ji serbixweyî yê poşman nebûye û li paşarojê da jî derencama referandûmê dibînê û berhema xwe diçînê.

 

Şîrove binivîse