Armanca Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji wergerandin û çapkirina rêbernameya Sphere:

Bi dîsiplînkirina karê mirovî û bilindkirina kalîteya karê mirovî li Herêma Kurdistanê ji bo asta cîhanî li gor rêsa û yasayên cîhanî.

Bi kurtî li ser projeya Sphere:

Projeya Sphere destpêşxeriyekî girîng bû ji aliyê komek rêxistinên mirovî ve bi armanca ber çav girtina çawayi û berpirsiyariya karê mirovî di dema bihanaveçûna lêqewimiyan û ziyanlêketiyên karesat û cengan.

Ev proje sala 1997 ji aliyê çend rêxistineke mirovî û nehikumî û her dû tevgerên cîhanî ya Xaça Sor û Heyva Sor ve hatiye pêkanîn, armanca vê projeyê pêşxistina karên wan û berpirsiyariya wan bû di dema bihanaveçûnê da.

Felsefeya Sphere li ser dû baweriyên bingehîn hatiye damezrandin:

Yekem: Hemû ziyanlêketiyên karesat û nakokiyan wan mafê jiyanekî bi rûmet heye her ji ber eweye jî mafê wan yê alîkarî kirinê heye.
Duyem: Hemû hengavekî guncav divê li ber bigrin ji bo nehiştina wan êş û azarên miroviyan ku li encama karesatê da li ser wan de hatiye.

Projeya Sphere paşê ketiye dilê peymannameyekî mirovî û komek pêveran diyar kir ku divê herî kêm bêne berçav girtin li kertên serekiyên parastina jiyan û bihanaveçûnêda.

Proje behsa wan mercan dike ku pêwîste bêne ber çavgirtin li her bi deng ve çûnekî miroviyane da ji bo rizgarkirina ziyanlêketiyan û yarmetîdana wan ji bo başbûna li rewşekî cêgîr da bi awayeke bi rûmet.

Mafê ji ber girtinê:

Ev wergera Kurdi ya Projeya Sphere projeyeke bi serpereştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye encamdan. Tu kes û aliyek mafê wî tûne bi bêyî muhleta DXB çap bike.

Spas û pêzanîn:

Spasî wan hemû kesan dikîn ku bi cûreyek ji cûreyan hevkarbûn li wergerandin û pêdaçûn û çapkirina vê pertûkê de.

Taqî kirina yek
Taqî kirina dû
Nîsana 2018 Hewlêr, Herêma Kurdistan – Iraq

Dikarin pertûkê ji vir da dabixin

 

Şîrove binivîse