Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna Birêveberê Giştî yê Navenda Hemahengiya Qeyranên Hikumeta Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê da amarên kar û çalakiyên sala derbasbûyî ya DXB xisterû. Her wiha behsa projeyên sala 2019 jî kir.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîneke rojnamevaniyê da behsa kêşeya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û got: “Em li wê baweriyê de bûn kêşe û êşa penaberan ya piştî şerê Da’îş kêm dibê, lê belê berdewam rû li zêdebûnê dike”.

Her wiha got: “Kultura mîhvan dostî ji aliyê Kurdistaniyan ve li hemû kombûn û kongre û konferasên peywendîdar de bi mirov û bihayên wê kêm kes heye wê kultur û bihayên miroviyên Kurd û Kurdistanê nizanê ku eve jî çavkaniya mirov dostiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li hemûyan diyartir kûltura Kurdistaniyan bûye ku xwe westandina berdewamiya Pêşmerge û aliyên peywendîdar û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve çavkaniya xwe digre”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amara kar û çalakiyên DXB ya li sala 2018 xisterû. Birêz Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku DXB kariye heşt hezar û neh çalakî li seranserê Kurdistan û Iraqê wan cihên ku têda kar kirine û encamê da ku kariye sud bi yek milyon 800 hezar û 681 malbatan bigihîne ku eve jî li ser kesan de dike pênç milyon 667 hezar û 508 kes û bi giştî têçûna wan çalakiyan ji 50 milyar û 76 milyon 262 hezar û 206 dînarên Iraqî pêkhatiye.

Di derbarê plana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya sala nû de birêz Musa Ehmed ragihand: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngî dide projeya Azîzên Kurdistanê ku hejmara sudmendbûyan li wê projeyê de ji 24 hezar 235 kesan pêkhatiye ku çaverê dikin li sala pêşde hejmara sudmendbûyan bigihe 29 hezar 64 kesan ku ew jî hemû zarokên bê dayik û bav û sêwî ne”.

Birêz Hoşeng Mihemed Birêveberê Giştiyê Navenda Hemahengiya Qeyranên Herêma Kurdistanê li civîna rojnamevaniyê da amara koçber û penaberan xisterû û got: Li dawiya sala 2017 ku dawiya şerê Da’îş hate ragihandin hêviyek peyda bû ku dawî bi qeyrana mirovî li gel dawî hatina şerê Da’îş bi dawî bibe û koçber bikarin vegerin ser mal û jiyana xwe. Lê belê mixabin qeyrana mirovî li Herêma Kurdistanê ji ber gelek sedemên cûda cûda berdewame. Hejmara koçber û penaberan ku li Herêma Kurdistanê hatiye tomar kirin bi vî awayî ye, bi giştî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ji yek milyon û çarsed û yanzdeh hezar û pênc sed û sîh û dû kesan pêkhatiye.

 

Şîrove binivîse