Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî li konferans û pêşangeha Navdewletiya Dubeyî ya ji bo hevkariya mirovî û pêşxistinê dike û têda gotarek li ser kêşeyên koçberan pêşkêş dike.

Salane li bin çavdêriya raste rast ya Şêx Mihemed Bin Raşîd Elmektum Serok Wezîrê Îmarat û Hakimê Dûbeyî, Konferansa Navdewletiya Dubeyî ya ji bo hevkariya mirovî û pêşxistinê birêvediçê û îsal jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji aliyê rêkxerên konferansê ve hatiye vexwendin.

Li konferansê da tîşk dixine ser babetên mirovî û nûnerên rêxistinan û kesayetiyên diyar yên warê mirovî têda beşdar dibin.

Li konferansê da çendîn kesayetî gotaran pêşkêş dikin û rewşa mirovî li cîhanê da guftûgo dikin. Li roja yekem da birêz Dr Hemdan Muselem Nûnerê Serok Wezîrê Îmarat û Birêveberê Giştî ya Akademiya Giştî ya Îmarat li panêla vekirina konferansê da gotarek pêşkêş kir û paşê birêz Antonio Vîtorîno Birêveberê Giştî yê Rêxistina Koça Navdewletî gotarek pêşkêş kir. Her wiha birêz Fîlipo Grandî Komîsyarê Komîsyona Bilinda Penaberan li panêla destpêkê da gotarekî taybet li ser rewşa penaberan pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku zêdetirê 70 milyon penaber li cîhanê da heye.

Li panêlekî konferansê da birêz Karzan Nûrî Berpirsê Beşa Program û Peywendiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek li ser kêşeyên koçberan ya ji bo beşdarbûyên konferansê pêşkêş kir.

Konferansa Navdewletiya Dubeyî ji bo hevkariya mirovî û pêşxistinê li sala 2004 ve heta niha tê sazkirin û her sal tîşk dixe ser babetekî mirovî. Îsal jî ji ber girîngiya rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navçeyê da û pêşkêşkirina hevkariya mirovî ji bo koçber û penaberan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî ji bo vê konferansê hatibû vexwendin.

 

Şîrove binivîse