Projeyekî dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku salane li cejna Qurbana pîroz û bîranîna ji dayikbûna pêxemberê Îslamê (SXL) encam dide, pêkhatiye ji dabeşkirina goştê xêrê ji bo xelkê hejar û kêmderametê navxweyî ya Herêma Kurdistanê û koçber û penaber jî li nav wargehan da hatine sûdmend kirin. Li rêkefta (01/01//2018 heta 31/12/2018) bi (81407000) dînarên Iraqî goştê xêrê li ser (5000) malbat ku dike (25645) kes da hatiye dabeşkirin, Ev proje bi hevkarî li gel xêrxwaz û karsaz û kompanyayên Kurdistanê ve birêve diçê û armanca vê projeyê li wê da xwe dibînê ku zêdetirê malbatên hejar û her wiha ew malbatên li nav wargehan da nîştecîhin têne hevkarî kirin. Ji bo wê yekê bi cîhkirina vê projeyê bi rêjeyekî ber bi çav malbat têne sûdmend kirin.

 

Şîrove binivîse