Musa Ehmed: Daxwaz ji xêrxwazan û kompanya û rêxistinên cîhanî û mirovî û herêmî jî dikîn ku ji bo gihandina hevkariyên zêdetir bi koçberên Rojavayê Kurdistanê palpiştiya me bikin.

Piştî dirustbûna şer û aloziyan û êrîşa Tirkiye ya li ser Bakûrê Sûriye ku encamê da sedan hezar kes li bajarên Kurdnişînên Rojavayê Kurdistanê bi sedema nearamî û gefan ve mal û warê xwe bi cîh hiştin û rû li cihên aramên dinê nav welatê Suriye kirin. Bi navê rûbirûbûn û berevanîkirina li serhildana karesatekî mezinê mirovî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî dirustkirina hemahengiya li gel berpirsên Rojavayê Kurdistanê, biryar da (317.42) ton xorek û pêdiviyên navmalê li rêya (20) barhilgir û bi tîmeke berfirehê karmendên xwe ve biçê Rojavayê Kurdistanê û hevkariya bi lez bigihînê koçberan û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî daxwaz ji welatên alîkarbexş û kesayetiyên xêrxwaz û karsaz û rêxistinên cîhanî dike hevkariya bi lez li koçberên navxweya Suriye bikin.

Destpêka aloziyan

Piştî dirustbûna şer û aloziyên li tixûbê Tirkiye û Bakûrê Suriye ku bajarên Kurdan li xwe girtiye û bi sedema topbarana welatê Tirkiye û berdewamiya şer û rûbirûbûna wan ya li nav hêzên Kurdî yên Rojava û artêşa Tirkiye û artêşa Azada Suriye, hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên nîştecihên wan bajaran neçarbûn mal û warê xwe bi cîh bihêlin û rû li bajarên aram û dûrî şer bikin. Ji bo eve jî pêwîstiyekî zêde bi hevkarî û hawar hatina bi lez heye. Di vê demê de jî Neteweyên Yekgirtî zenga serhildana karesatekî mezina mirovî bi sedema şer ve lêda, eve jî wiha kir amadekarî bê kirin û li rûyê çawayiya gihandina hevkariyê ji bo wan xelkên koçberên bajarên dinê Rojavayê Kurdistanê bûn.

Hengavên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Piştî têkçûna rewşa emnî û destpêkirina operasyona artêşa Tirkiye û artêşa Azada Sûriye li ser bajarên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî lêkolîneke tevahî li ser rewşa xelkê bajaran û her wiha çavdêriya serhildana lehiyeke mezina koçberan dikir ku beşekî zêdeyê wan koçberan rû li Herêma Kurdistanê bikin. Eve bû hejmarekî zêdeyê nîştecihên bajarên Serê Kanî û Qamîşlo û Kobanê û navçeyên din rû li bajarên Heseke û çend navçeyekî dûrî şer û aloziyan kir, heman demî de bi rêjeyekî kêmtir rû li Herêma Kurdistanê kirine. Eve jî wiha kir Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewlên xwe ji bo gihandina alîkarî û hevkariyên cûr bi cûr ji bo Rojavayê Kurdistanê bi dirustkirina hemahengiyê li gel aliyên peywendîdar û çend rêxistineke Rojava û her zû destpêkir bi amadekariyeke tevahî ji bo şandina hevkariyan û pêkanîna tîmeke mezinê ji karmendan û Birêvebirên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê.

317 ton xorek û pêdivî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî dûvdaçûnên ji bo rewşa mirovî xelkê koçberên wan bajarên şer û alozî û topbaranê têda rûdaye, biryar da hevkariyên ku ji (317.42) ton pêkhatiye li rêya 20 barhilgirên mezin ji bo Rojavayê Kurdistanê birêbikevê.

Di derbarê cûreya hevkariyan û wan pêdiviyên koçberên Rojava pêwîstiyeke zêde pê heye, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere dike, piştî bûvdaçûnên me yên ji bo rewşa mirovî ya koçberan ku li beşekî bajarên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên dûrî şer nîştecîh bûne, ji bo me derket ku wan xuşk û birayan pêwîstiyeke zêde bi hevkariya hawar hatina bi lez heye li rûyê dabînkirina xorek û pêdiviyên zarokan.

Hevkariya xorekî

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya daxuyaniya xwe de balkişand li ser wê yekê ku ji ber ku wan xuşk û birayên me mal û warê xwe bi cîh hiştine, wan pêwîstiyekî zêde bi xorekê heye, ji bo wê yekê weku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me biryar da (150) ton xorek ku xwe ji (5000) paketên xoreka (20 kg) dibînê ku nêzîkî 15 cûr xorek têda heye, bigihîne Rojavayê Kurdistanê, ku eve jî bargiraniyeke zêdeyê koçberan sivik dike û rûbirûyê qeyrana kêm xorekiyê nabin, ewê ji destê me li gihandin û dabeşkirina hevkariyên dinê li qonaxên din da jî kêmasî nakîn û daxwaz dikîn xêrxwaz û karsaz û kompanya û rêxistinên cîhanî û mirovî û herêmî jî palpiştiya me bikin bi gihandina hevkarî û pêdiviyên dinê koçberên şerê li Rojavayê Kurdistanê.

Hevkariya navmalê

Ji bilî dabînkirina xorek ku çavkaniya serekî ya jiyan û berdewambûna mirove, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya helmeta mezina ji bo Rojavayê Kurdistanê, bîr li dabînkirina pêdiviyên navmalê kiriye. Li vî derbarî de Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê: Her wekî eşkereye berev demsala zivistanê hengav tîne û koçber jî pêwîstiyekî zêde bi xwe germkirin û parastinê heye ji serma û tûş bûna bi nexweşiyan. Ji bo wê yekê mez gelek baş zanî li çarçêweya hevkariyên me da (Betanî) jî ji bo koçberan bibîn ku nêzîkî (40) ton li xwe digrê li (20.000) betanî (2 kg) pêkhatiye û hemû li ser koçberên Rojavayê Kurdistanê de têne dabeşkirin.

Ava vexwarinê

Yek ji sedemên dinê mayînê mirov li jiyanê bêguman ava vexwarinê ye, ku bi sedema berdewamiya şer û aloziyên çend bajareke Kurdistanê li Bakûrê Sûriye, kêşeya kêm avî û destkeftina ava paqij bûye giriftekî mezin. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vî derbarî de ragihand: Alîkarî û hevkariyên me ji bo xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê cûr bi cûrin. Ava vexwarinê jî li xwe girtiye ku sedema serekiye ji bo parastina mirov ji wan nexweşiyên ku bi sedema ava pîs û jehrawî ve tûşî dibin. Ji bo wê yekê me bîr li wê yekê kir li karwana me da ava vexwarinê jî bibîn. Ji bo wê yekê (90) ton ku xwe ji (10.000) setên avê vexwarinê (9kg) dibîne Rojavayê Kurdistanê û li ser koçberan da dabeş dikîn. Her wiha ragihand: Her çende ev hewla me wiha dike ku koçber heta nêzîkî bîst roj pê bijîn li rûyê xorekê ve, lê belê pêwîstiya me bi wê yekê heye ku hevkariyeke ciddî bê kirin bi navê berdewambûn û gihandina hevkariyên zêdetir ji bo koçberên li Sûriye.

Şîrê zarokan

Yek ji wan kertên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hûrî kar li ser dike, dabînkirina xorek û pêdiviyên zarokane ku her wekî eşkereye zarok qurbanê yekemê şer û nakokiyanin. Ji bo wê yekê li Rojavayê Kurdistanê jî mixabin kêşeya nebûna xoreka pêwîst heye ji bo zarokan û tûşî giriftên kêm xorekî û nexweşiyên cûr bi cûr dibin. Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê rewşa zarokan di dema şer û aloziyan da gelek metirsîdar dibê ku bi giştî girifta destkeftên xorekî pêwîstiya wan heye. Li ber ewe zarok şiyana her xwarinek nîne ku li gel laş û şiyana wan da biguncê. Ji bo wê yekê pêwîstiya wan bi xoreka taybet bi wan ve heye. Ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê helmetê da ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê 2.42 ton ku (252) karton şîr (7kg) ji bo zarokan pêkhatiye. Li qonaxên din da jî hewl didin pêdiviyên dinê xorekî ji bo zarokan bişînîn.

Pêdiviyên tendirustiyê

Ji bilî xorek ku pêkhata serekiya mayîna mirove li jiyanê, deman demî de girîngîdana bi aliyên tendirustî jî beşekî girîngê mayîna mirov û parastina wê ye li tûşbûna nexweşiyan. Rewşa Sûriye bi sedema aloziyan û her wiha berdewamiya şer û pevçûnên çend bajareke Rojavayê Kurdistanê li navbera artêşa Tirkiye û hêzên Kurdî, rewşa tendirustiya mirovan dikevê metirsiyê. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewldaye li qonaxa yekem da pêdiviyên paqijiyê ji bo beşekî zêdeyê koçberên Rojavayê Kurdistanê li nav axa Sûriye dabîn bike û li karwana (20) barhilgiran da (2.42) ton ku (252) kartonên (9.600kg) dibînê digihîne koçberên li Rojavayê Kurdistanê. Musa Ehmed li dawiya daxuyaniya xwe da balkişand li ser wê yekê ku aliyekî dinê ku me gelek girîngiyê pêda dabînkirina paketên paqijiyêye ku çendîn babetên paqijiyê wekî (Sabun, Şampo, Detol, Pêjgîr, Hevîrê Didanan û Firçe û hwd) dibînê li gel xwe bîbîn Rojavayê Kurdistanê.

Di derbarê berdewamiya helmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê ku niha mijulî gihandina yekemîn karwana hevkariyê ne, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bêguman ewê li şiyana me de bê kêmasî nakîn û berdewam dibîn li gihandina alîkarî û hevkariyan ji bo xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê û bi bê cûdahî hevkarî li ser xelkê koçber lêqewimiyên bajarên Rojavayê Kurdistanê da dabeş dikîn û hewl didîn bi hevkariya rêxistinên cîhanî û welatên komekbexş û xêrxwazên navxweyî helmeteke dinê heman awayî vê helmetê rêkbixîn û bi lez bişînîn koçberên li Sûriye.

 

Şîrove binivîse