Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî saziyeke nehikumî û nesiyasî û qazanc nexweste û li sala 2005 li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û birêz Mesrur Barzanî Serokê Bordê Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniye û raste rast serpereştiyarê karên vê saziyê dike.

Dezgeh ji bo destpêkê îş û karên xêrxwaziyê, muhleta karkirinê ji aliyê Hikumeta Iraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya rêxistinên nehikumiyan wergirtiye. Bi sedema berfirehbuna kar û çalakiyan û bi alîkarîkirina koçber û penaberan li sînoran û navxweya Herêma Kurdistanê da wiha kir rêxistinên cîhaniyên navdar jî peywendiyekî bi hêz li gel da bibestin û hevkarî û hemahengiyeke zêdetir li navbera her dû aliyan da dirust bibê. Berev pêşveçûna peywendiyan û bi rêxistîbûna îş û karên dezgehê bûye sedema wê yekê ku li civîna meha 4 ê 2016 ê kargêrî û hemahengiya Neteweyên Yekgirtî, biryar hate dayîn Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî rêxistineke nehikûmî bibê endamê Şêwirmendê Taybet li Encûmena Aborî Civakî (ECOSOC) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bingehê da kar ji bo gihandina hevkariyê ji bo xelkê lêqewimî û kêmderamet û koçber û penaberan dike. Girîngiyê bi pêşxistina warê perwerde (bi taybetî perwerdeya zarokan) û baştirkirina rewşa tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet li Kurdistanê dide.

Her wekî ku çawa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê (Barzaniyê Nemir) ve (1903-1979) hatiye bi navkirin, gotineke wî kesayetiyê siyasî û neteweyî û civakî û dîrokiye ku dibêje (Şanaziye bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê) felsefeya karê dezgehê pêktîne. Navenda projeyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (mirove). Ji bo wê yekê li her civak û sînorekî cografî da mirovan pêwîstî bi hevkariya mirovî hebê li sekterên (xorekî, perwerde, rewşenbîrî, tendirustî, civakî û hunerî) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi erkê xwe zaniye û dizanê ku hevkariyê pêşkêş bike û kemterxemiyê jî nekiriye.

Li encama nebûna saziyeke xêrxwaziya xwemalî li Kurdistanê bo ku hevkariya xelkê hejar û kêmderametê Kurdistanê bike, damezrandina (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) pêwîstiyek bû. Ji bilî wê piştî têkçûna rewşa aramiya navçeyên navîn û başûrê Iraqê û welatê Suriye ya cîran, penaber û koçberan pêwîstiyeke zêde bi hevkariyê hebûye wekî (xorek û ciluberg û derman û keresteyên tendirustiyê û hwd). Ez sazî di destpêka damezrandinê ve wê valahiyê pirkiriye û roj bi roj bi bernameyên pêşketîtir û li sekterên cûr bi cûr da xizmeta wan kesan kiriye ku pêwîstiya wan bi xizmetkirinê hebûye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo encamdana vê erkê pîroz zêdetir pişt bi xelkên xêrxwaz û mirovdostên Kurdistanê ve bestiye, dikarîn bibêjîn bi awayeke serekî xelkê xêrxwaz û dewlemendên Kurdistanê hevkarê malî ya projeyên vê dezgehê dikin ku cihê destxweşî û pêzanînê ye. Her wiha bi hevbeşî li gel ajansên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên xêrxwazî û miroviyên navdewletî û welatên alîkarbexş rojane yarmetiyên mirovî pêşkêşî penaber û koçberên welatên Sûriye û Iraqê dikin.

Nivîsîngeha serekî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêre û nivîsîngehên xwe li parêzgehên (Dihok, Hewlêr, Silêmanî) jî heye. Her wiha li Îdareya Germiyan û parêzgeha Kerkuk û hemû kamp û wargehan da nivîsîngeh, navend, yan nûnerê xwe heye. Kar û çalakiyên me ji aliyên tîmekî profesyonal û şareza ve têne bi cîh kirin.

EM ÇI DIKÎN?

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 11 kertên cûda de hevkariyên mirovî

pêşkêşî koçber, penaber û xelkê hejar û kêmderamet dike.

Xorek

DXB bi awayeke berfireh li van kertan de kar dike, di dema karesatan da xorek amade dike û paşê xoreka hişk li ser koçberan dabeş dike. Her wiha hewl zêdekirina berhema xorekê li rêyên rahênan û xaniyên plastîkî de dide.

Nexorek

Her pêdiviyeke rojane ku ji bo jiyana asayî bikarbê DXB hewla dabînkirina wê ya ji bo kêmderaman dide, (Pêdiviyên xwaringehê, lihêv, amêrên germkirin û hênikkirinê û ciluberg û hwd...) li xwe digre.

Av û Avero

Pêkhatiye ji dabînkirina ava paqij ji bo navçeyên ziyan lêketiyan, dirustkirina tora av lêdana bîr, danîna avdest, helmetên paqijiyê, belavkirina rewşenbîriya paqijiyê û dabeşkirina pêdiviyên paqijiyê.

Perwerde

Pêkhatiye ji dirustkirin û nûjenkirina xwendingeh, dabînkirina pêdiviyên xwendina salane ji bo xwendekaran û belavkirina rênimayî û handan û hevkarîkirina xwendekar û mamostayan ji bo berdewamî dana xwendinê.

Jiyanevanî

DXB li rêya 19 Navendên Rewşenbîrî û rahênana pîşeyî salane bi sedan kes têda beşdarî li xulên (komputer, dirûtin, avero, berhemanîna xorek, karên destî û hwd...) dikin. Her wiha projeyên sîstema (pere beramber kar) bi cîh dike ji bo karkirina li projeyan.

Hevkariyên pêşîn û kaş

Projeya Çavdêriya Azîzan li sala 2012 destpêkiriye, heta niha zêdetirê 20 hezar zarok sudmendin ji wergirtina hevkariya maddî ya mehane. Her wiha li projeyekî din de jinên bêserpereşt mehane hevkariyê werdigrin.

Parastin

Giringî dana bi parastina jin û zarokan li rêya navendên DXB li nav wargeh û derveyê wargehan, hewldana ji bo dûrxistina xelkê lêqewimî û ji kêşeyên civakî û tundutîjiya derunî û cesteyî.

Tendirustî

Dirustkirin û nûjenkirina binkeyên tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê û helmetên hişyarkirina xweparastin û dirustkirina nexweşxaneyên gerokî dike. Her wiha li û projeyekî berdewam de kursên tevger û livînê li ser xwediyên pêdiviyên taybet de dabeş dike.

Penageh

Dirustkirina wargehên koçberan, nûjenkirina xanî û navçeyên wêranbûyên ceng, dabeşkirina çadir û dirustkirina hola pêşwaziya hewandina koçber û penaberan.

Projeyên Taybet

Ev kert pêktê ji: Dirustkirin û nûjenkirina avahî û rakêşana tora kehrebe û xanî û holên helkeftan û navendên rewşenbîrî û hwd.

Kargêriya Wargehan

Li sala 2014 DXB yekem wargeh li parêzgeha Hewlêrê birêvebir û heta niha 14 wargeh ji aliyê DXB ve têne îdare kirin û berdewame. DXB beşdare li civînên hemahengî û birêvebirina wargehan.

BÎROKEYA TE

Address

Kurdistan Region-Iraq, Erbil, hawleri new Qtr, 120M Road, Next to MassCity Complex

07515019400
info@bcf.krd
www.bcf.krd

SPONSER & HEVBEŞÊN ME

2018