Erk û Mafên Xwebexş

.........................................................................................

Erkê xwebexş li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

1. Her xwebexşek pêwîste karnameya birêvebirin û operasyona xwebexşan bi hûrî bixwîne û bipejerîne.

2. Xwebexş bi wan kar û baran radibin ku Birêvebiriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo wan diyar kiriye. Di dema destnîşankirina kar da, divê behre û şiyana xwebexşan bi girîngî bê wergirtin.

3. Xwebexş pêwîste baweriyeke tevahî bi bingehên karê mirovî hebê.

4. Di dema birêvebirina karên xwe da, rêz li hemû çîn û tuwêj û bîr û nêrînan bigre û kesayetiyekî aram û li ser xwe be.

5. Xwebexş divê girêdayî û pabend bê bi wê peymana li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de heye.

Mafê Xwebexş li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

1- Hemû xwebexş birêz û hêja ve muamele li gel wan da tê kirin, ji wê dema li gel kar û kirdarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da beşdarin.

2- Bingehên pabendbûna bi fireh kûltûrî, derfeta wekhevî û wekheviya regezî di dema wergirtina wekî xwebexş ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê peyrew kirin.

3- Rahênan û keresteyên kar: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû tiştên pêwîstên rahênan û karê meydanî ya kar da desteber dike.

4- Li dawiya erkê xwebexşî da bawernameyeke pêzanînê tê dabeş kirin û têda rengvedana kar û beşdariya xwebexş derdixe. Eve jî bi amadebûna Serokê DXB û Endamekî pileyê bilindê desteyê ve tê xelat kirin.

5- Hemû xwebexş zanyariyên hêja û rahênana pêwîst werdigre û heta xwe ji bo raperandina karan amade bike û serkeftina li rahênanê da dibê mercek ji bo pêkanîna kar û barên xwebexşan li nav bazneya karê Dezgehê da.

6- Xwebexş di dema raperandina karên xwe yên li nav Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de serpereştnameya hêja werdigrin.

7- Piştî temambûna kar û nîşana rizamendbûna di derbarê her xwebexşek, xwebexş dikarin daxwaza karek li DXB bike. Eve jî di demek da dibê eger hat û pêgehek li nav dezgehê da an jî her bername û projeyekî li bin serpereştiya DXB de berdest bê.

8- Hemû xwebexş wê têçûna diyarkirî ya dema rahênana çalakiyên xwe pê tê dayîn ku li nav karnameya qerebûkirina têçûyan da hatiye.

9- Xerciya veguhestinê: Veguhestina Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî‌ li ser cihê kar û bi berevajî ve, li stûyê Dezgehê bi xwe daye. Li rewşek da ku hîç sedemeke veguhestinê li dezgehê da berdest nebû, Dezgeh berpirsiyare li qerebûkirina têçûna veguhestina her xwebexşek.

10- Danên xwarin û mayina şevan: Eve jî eger pêwîst bike ji aliyê DXB ve tê dabîn kirin, her çende pejirandina pêşwext ji bo wan qerebûkirinan jî pêwîste.

11- Ji bo bijartina mirin û birîndaran: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xerciya bi ax spartina miriyan bi giştî (1500000) dînarên Iraqî ji bo wan dike ku di dema pêkanîna karên xwe da canê xwe ji dest didin. Di derbarê mirinek li derveyê welat bê û behs û xwesta anîna termê xwebexş li holê da bê, wê demê divê birîndarbûn yan mirineke li rêya DXB bîmeyekî serbixwe li derveyê Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê ve diyar bike.

Contact us

Em çi dikîn?

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 11 kertên cûda de hevkariyên
mirovî pêşkêşî koçber, penaber û xelkê hejar û kêmderamet dike.

Xorek

DXB bi awayeke berfireh li van kertan de kar dike, di dema karesatan da xorek amade dike û paşê xoreka hişk li ser koçberan dabeş dike. Her wiha hewl zêdekirina berhema xorekê li rêyên rahênan û xaniyên plastîkî de dide.

Nexorek

Her pêdiviyeke rojane ku ji bo jiyana asayî bikarbê DXB hewla dabînkirina wê ya ji bo kêmderaman dide, (Pêdiviyên xwaringehê, lihêv, amêrên germkirin û hênikkirinê û ciluberg û hwd...) li xwe digre.

Av û Avero

Pêkhatiye ji dabînkirina ava paqij ji bo navçeyên ziyan lêketiyan, dirustkirina tora av lêdana bîr, danîna avdest, helmetên paqijiyê, belavkirina rewşenbîriya paqijiyê û dabeşkirina pêdiviyên paqijiyê

Perwerde

Pêkhatiye ji dirustkirin û nûjenkirina xwendingeh, dabînkirina pêdiviyên xwendina salane ji bo xwendekaran û belavkirina rênimayî û handan û hevkarîkirina xwendekar û mamostayan ji bo berdewamî dana xwendinê.

Hevkariyên pêşîn û kaş

Projeya Çavdêriya Azîzan li sala 2012 destpêkiriye, heta niha zêdetirê 20 hezar zarok sudmendin ji wergirtina hevkariya maddî ya mehane. Her wiha li projeyekî din de jinên bêserpereşt mehane hevkariyê werdigrin.

Jiyanevanî

DXB li rêya 19 Navendên Rewşenbîrî û rahênana pîşeyî salane bi sedan kes têda beşdarî li xulên (komputer, dirûtin, avero, berhemanîna xorek, karên destî û hwd...) dikin. Her wiha projeyên sîstema (pere beramber kar) bi cîh dike ji bo karkirina li projeyan.

Tendirustî

Dirustkirin û nûjenkirina binkeyên tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê û helmetên hişyarkirina xweparastin û dirustkirina nexweşxaneyên gerokî dike. Her wiha li û projeyekî berdewam de kursên tevger û livînê li ser xwediyên pêdiviyên taybet de dabeş dike.

Parastin

Giringî dana bi parastina jin û zarokan li rêya navendên DXB li nav wargeh û derveyê wargehan, hewldana ji bo dûrxistina xelkê lêqewimî û ji kêşeyên civakî û tundutîjiya derunî û cesteyî.

Kargêriya Wargehan

Li sala 2014 DXB yekem wargeh li parêzgeha Hewlêrê birêvebir û heta niha 14 wargeh ji aliyê DXB ve têne îdare kirin û berdewame. DXB beşdare li civînên hemahengî û birêvebirina wargehan.

Penageh

Dirustkirina wargehên koçberan, nûjenkirina xanî û navçeyên wêranbûyên ceng, dabeşkirina çadir û dirustkirina hola pêşwaziya hewandina koçber û penaberan.

Projeyên Taybet

Ev kert pêktê ji: Dirustkirin û nûjenkirina avahî û rakêşana tora kehrebe û xanî û holên helkeftan û navendên rewşenbîrî û hwd.

Address

Kurdistan Region-Iraq, Erbil, hawleri new Qtr, 120M Road, Next to MassCity Complex

07515019400
info@bcf.krd
www.bcf.krd

SPONSER & HEVBEŞÊN ME

2018